Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di sala 2021ê de li Tirkiyeyê 2 hezar û 793 caran agir bi daristanan ketibû. Di encama van şewatan de li Tirkiyeyê, ji 10 salên derbasbûyî zêdetir dar û daristan jinav çûbûn. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristanan (OGM) 139 hezar û 503 hektar şewitiye.
Ji ber krîze îklîmê her roj germahî zêdetir dibe. Ev yek ji sedemên sereke yên şewata daristanan e û her weha ji ber ku tedbîrên hewce nayên standin agir bi daristanan dikevin.
Nêzîkî 2 hektarî şewitiye
Herî dawî duh (6ê Hezîranê) li Taxa Bîtezê û derdora Koyiçiyê ya navçeya Bodrûmê ya Mûglayê agir bi erdê çandiniyê û darên tûmanketiye. Ji ber bayî, agir di demeke kurt de li devereke fireh belav bûye. Tîmên bi ser Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Mûglayê û yên Serokatiya Beşa Îtfaîyeyhe ya Şaredariya Bajarê Mezin çûne cihên ku agir lê derketiye û dest bi kar û xebatan kirine.
Agirê ku li navçeyên Fethiye û Seydikemerê bi daristanan ketiye, di encama kar û xebatan de hatine vemirandin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Mûglayê, agir ji ber lêdana brûskan derketiye.
Li Seydîkemer, Fethiye, Dalaman, Koycegîz, Ûla, Marmarîs, Menteşe, Mîlas û Bodrûmê, nêzîkî 2 hektar daristan şewitiye.
Heta 31ê Çiriya Pêşiyê qedexe ye
Walîtiya Mûglaye beriya niha aşkere kiribû ku heta 31ê Çiriya Pêşiyê ketina nava daristanan qedexe ye. Walîtiyê diyar kiribû ku ji ber dixwazin rê li ber şewatên daristanan bigirin, wan ev biryar daye.
Herêmên ku ketina nava wan qedexe ne ev in:
Kendava Gokovayê, Ûla, Akbuk, Nîvgirava Reşadiyeyê ya Datçayê, Guvercînlîk, Golturkbuku, Iztûzû, Gola Koycegîzê, Dalyan, Gocek, Faralya, Geliyê Pinpinîkan, Daristanên Kavakê yên Menteşeyê û Yatagan. (TY/FD)