Fotograf: Birleşik Metal-İş
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mitsûba, fabrîkeya ku li Gebzeyê, navçeya Kocaeliyê sermayedarên wê ji Japonyayê ne û kelûpelên otomotîvan çêdike, 9 karkerên bûne endamên sendîkayê ji kar avêtiye.
Karker ji bo Birleşik Metal İş, sendîkaya bi ser DISKê ve girêdayiye, li fabrîkayê ji mafên sendîkayî dixebitîn.
Fabrîkayê di dawiya meha îlonê de destpêkê 4 karkerên bûne endamên sendîkayê, şemiya borî jî 5 karkerên din ji kar avêtiye. Fabrîkayê her weha tazmînat jî nedaye karkeran.
Sendikamızda örgütlenen #MİTSUBA İşçilerine baskılar ve işten atmalar devam ediyor. #MİTSUBA İşyerinde işten atmalar ve sendikasızlaşmaya karşı işçiler direniş başlattı. #MİTSUBA işçileri işyerini terk etmiyor.#SendikaHaktırEngellenemez#AtılanİşçilerGeriAlınsın pic.twitter.com/7looQ5AvmS
— BİRLESİK METAL-İŞ (@BirlesikMetal) October 11, 2021
Piştî hevalên wan ji kar hatine avêtin, 120 karkeran dest bi berxwedanê kiriye. Karker roja duşemê ji fabrîkayê derneketine û ji hundir de derî li ser xwe girtine.
Îro roja duyem e ku karker li ber xwe didin û dixwazin ku mafên wan ên sendîkayî werin qebûlkirin.
Polîsan xwestiye ku ji fabrîkayê derkevin
Roja yekem a berxwedanê, rayedarên emniyetê û Hasan Gozen, Qaymeqamê Çayirovayê çûye fabrîkayê û hevdîtinek bi rêveberên Birleşik Metal-İşê re kirine. Her weha gelek polîs û TOMA anîne ber fabrîkayê. Karkerên li fabrîkayên din jî dixebitin li ber fabrîkayê kom bûne û piştgiriya karkeran kirine.
@BirlesikMetal sendikasında örgütlenen mitsuba İşçilerine baskılar, sendikasızlaşmaya
— Birleşik İşçi Kurultayı (BİK) (@IsciBik) October 11, 2021
ve işten atmalar devam ediyor. Bu sabah işe giden sendikalı 5 işçinin daha işine son verildi.#MİTSUBA işçileri işyerini terk etmiyor.#SendikaHaktırEngellenemez#AtılanİşçilerGeriAlınsın pic.twitter.com/JFvpFA8zCq
Polîsan ji karkeran re gotine “ji fabrîkayê derkevin.” Ozkan Atar, Sekreterê Giştî yê Sendîkayê piştî hevdîtinê wiha gotiye: “Me ji rayedarên emniyetê re got ku bila midaxeleyê nekin. Karker ne têkoşîneke bêhiqûq dikin û berevaniya rewa dikin.”
Adnan Serdaroglû, Serokê Giştî yê Sendîkaya Birleşik Metal-İşê jî gotiye, “Em li vir disekinin, kes naçe cihekî. Em ê guftûgoyên me kirine, di nav xwe de binirxînin. Me dawxaz kir ku bêyî midaxeleyek bie karker li wir bin, wan qebûl nekir, xwestin em vala bikin. Em ê binirxînin, em ê bersiva xwe bidin wan.”
Disk Basın-İş, KESK û Odeya Doktoran a Stenbolê berxwedana karkeran silav kiriye. (HA/FD)