Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li bakurê nîvgirava Sînayê ya Misrê li bajarokê Bir El-Abidê bi bombeyan êrîş birin ser mizgeftekê. Li gorî nûçeya ku AFPyê ragihandiye herî kêm 200 kes mirine. 125 kes jî birîndar bûne. Bajarok li rojavayê bajarê El Arişê dikeve ku El Ariş li bakurê Sînayê ye.
Şahidên bûyerê ji Reutersê re axivîn û diyarkirin ku êrîşkaran di dema nimêja înê de êrîş birine ser mizgefta El Ravdayê.
Li gorî heman şahidan di êrîşê de ew cemaeta ku piştevaniya hêzên ewlekariyê dikin hebû û êrîşkaran bombeyek teqandine û paşê jî ji çar wesayitan gule bera ser kesên di mizgeftê de ne kirin.
BBCyê aşkere kir ku piştî êrîşê civîna ewlekariyê di bin Serokdewletê Misre Abdul Fettah el Sîsî de kom bûye û biryar hatiye girtin ku li welat 3 rojan şîn bê girêdan.
Heta niha ti rêxistinan berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Hêzên ewlekariya fermî yên Misrê 3 salên dawiyê li bakurê nîvgirava Sînayê bi milîtanên DAIŞê re şer dikin. DAIŞê di nava vê demê de gelek êriş pêk anye û bi sedan leşker û polîs kuştiye. (EKN/FD)