Fotograf: AA
Li gor nûçeyên medyaya DYAyê piştî bertekên li dijî tundkariya polîsan û çalakiyên protestoyî, Konseya Bajêr a Minneapolisê biryar daye ku navenda polîsan were girtin.
Lisa Bender, Seroka Konseya Bajêr a Minneapolisê gotiye, "Bajarê me plan dike ku têkiliya xwe ya bijahr a bi Navenda Polîsan a Minneapolisê re bi dawî bike."
Benderê diyar kiriye ku navenda polîsan wê were girtin û li şûna wê pergaleke ku wê ewlehiya civakê biparêze were çêkirin.
Jacob Frey, Şaredarê Minneapolisê biryara girtina navenda polîsan rexne kiriye û reforman pêşniyaz dike. Lê Frey nikare biryara Konseya Bajêr a Minneapolisê qebûl neker.
Li tevahiya welêt nêzî du hefteyan e ku xwepêşandêr protestoyan dikin û dixwazin ku li dijî tundkariya polîsan çavkaniyên fînansal a teşkîlata polêsan were birîn, kêmkirin û tesfiyekirin.
Çi bûbû?
Polîsan li Mînneapolîsê bi îdiaya ku hin kes xapandiye George Floydê çermreş ê 46 salî desteser kiribûn. Polîsekî çoga xwe kutabû ser histûyê wî. Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.
Welatiyên di wê derê de derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî weşandibûn. Gelek kesan bertek nîşanî vê bûyere dabûn.
Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê nehatibû ser hemdê xwe û li wir miribû.
Piştî wan dîmenan li DYAyê tundiya polîsan a li dijî çermreş dîsa hatibû rojevê. Xwepêşandan li Mînneapolîsê dest pê kiribûn û li gelek bajaran belav bibûn.
Piştî bûyerê bi hefteyekê, Washingtona paytext û New York jî tê de herî kêm li 40 bajaran derketina derva ya bi şev hatibû qedexekirin.
Li 25 bajaran ji bo ku alîkariya polîsan bikin û xwepêşandanan bi dawî bikin, Yekîneyên Parastina Neteweyî jî dest bi kar kiribûn. (FD)