Li Minbicê şerê di navbera komên çekdar yên serbi Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ku Tirkiye piştgirîya wan dike û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku serbi Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) e, didome.
Li gorî nûçeya Malbenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, piştî êrişên komên serbi SMOyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku serbi QSDyê ye li navenda bajêr vekişiyan e lêbelê li herêmên derdora bajêr mane.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ango QSDê têkildarî mijarê heta niha daxuyaniyek fermî nedane lêbelê Ajansa Nûçeyan a Hawarê(ANHA) ragihandiye ku ji duh êvarê ve di navbera SMOyê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve şer û pevçûnên giran diqewime.
Di pevçûnan de herî kêm 50 kes mirin
SOHRê diyar kir ku di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çekdarên QSDê de şerên dijwar rû didin û Hêzên Çekdar ên Tirk jî ji bejahîyê ve bi dijwarî bombebaran dikin û got, “Hêzên Tirk ji bo pêşî li pêşketina hêzên leşkerî yên QSDê bigire, pira Qerekozakê hedef girt.”
Li gorî SOHRê balafirên bêmirov ên biçek ên Tirkiyê jî ji bo piştgiriyê bide SMOyê li herêmê difirin û duh (8ê Kanûnê) li dijî xaleke leşkerî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşeke hewayî ya bi drona kamikazeyê pêkanîne û di encamê de du kes mirine.
Li gorî daneyên SOHRê di şer de 15 endamên SMOyê û 35 endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) jiyana xwe ji dest dane.
Li navenda bajêr pevçûn û talankirin
SOHRê ragihand ku "hucreyên razayî" yên li bajarê Minbicê hewl didin ku tevliheviyê di nav sivîlan de çêbikin û di navbera van koman û hêzên asayişê de şer derketiye.
SOHRê da zanîn ku sivîlên li Minbicê ji ber êrîşan koçî herêmên cîran ên bejahiya rojhilatê bajêr û Kobanê kirine. Her weha SOHRê destnîşan kir ku piştî ku gel ji herêmê derketin, komên çekdar ên serbi SMOyê malên sivîlan talan kirine.
(VC/AY)