Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê goreke komî hatiye dîtin. Tê texmînkirin ku kesên di dema êrişa DAIŞê de mirine, li wir hatine bin axkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, gora komî nêzîkî avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hatiye dîtin. Dema ku karkerên Şaredariya Gel a Minbicê xebata kanalîzasyonê dikirin cenaze dîtine û li ser vê yekê agahî dane tîmên tenduristî û ewlehiyê.
Jin jî di nav de 29 cenaze jê hatin derxistin lê hîna nehatiye zanîn bê ew kî ne. Saziyên peywendîdar lêpirsîna gorê dikin.
Şopên îşkenceyê hene
Rayedaran diyar kiriye ku şopên îşkenceyê li ser lşaê wan cenazeyan hene. Hatiye diyarkirin û gotin, gor ji dema ku DAIŞ li Minbicê serwer bû, maye.
Ji bo karûbarên cenazeyan, ji Desteya Tenduristiyê û bijîşkên Tiba Edlî pêk tên komîteyek hatiye avakirin. (TY/FD)