Fotograf: Basnews
Li Îranê bajarê Mihabadê, îro danê sibê peykerê Mamosta Hejar Mukiryanî, rewşenbîr û helbestvanê navdarê netewî yê Kurd ji aliyê hin kesên nediyar ve hat iye şewitandin û zirar gihîştiye beşek ji peykerî wî.
Li gorî nûçeya Rûdawê, îro Pêncşema 12ê Tebaxa 2021an di derdora saet 02:30an de li bajarê Mihabadê hin kesan hejmarek taker birine ber peykerê helbestvanê netewî yê Kurd, Mamosta Hejar û agir vêxistine û di encamê de agir bi beşek ji peykerê ketiye.
Tîmên agirvemirandina bajarê Mihabadê zû ji bûyerê hatine agahdarkirin û di demeke zû de digihin cihê bûyerê û berî ku zirareke mezin bigihe peykerê Hejar, agir digirin bin kontrolê.
Rehman Ehmedî, Rêvebirê Rêxistina Agirvemirandina Mihabadê ragihandiye ku nayê zanîn ku kesên bûyer pêkanîye kî ne, lê çendîn kamêrayên çavdêriyê li nêzîk cihê bûyerê hene û şaredarî û polîs dikarin di rêya wan kamêrayan re zanyariyan li ser bikerên bûyerê aşkere bikin.
Herweha Rehman Ehmedî gotiye, hêzên agirvemirandinê yên Mihabadê di demeke guncav de gihîştine cihê bûyerê û rê nedane peykerê mamosta Hejar gelek ziyan pê bikeve, lê ji ber dûkela tekeran, beşek ji reng û rûyê wê têk çûye.
Îsal û sala derbasbûyî jî gelek caran li bajarê Mihabadê, sivikatî bi peyker û ziyaretên kesayetên netewî yên Kurd ên wek Qazî Mihemed, Mamosta Hejar, Hêmin û Mamlê hatine kirin.
Heta niha ti kes li ser wan kiryar û bûyeran nehatine desteserkirin an sizadan. Di destpêka sala 2021 de, kes an hin kesên nenaskirî rengê reş rijandin ser gora Mihemed Mamlê, hunermendê netewî yê Kurd, li Girê Helbestvan û Hunermendên Mihabadê û gora wî têk dane.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw