Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Tirkiyeyê sînorên xwe vekir û xwest ku penaber biçin Ewropayê, hin ji van peraberan derbasî Grava Midilliyê bûne. Lê penaber li vir rastî êrîşên komên rastgir tên.
Penaber dema derbasî yewnanistanê dibin destpêkê diçin vê gravê û her weha kampên penaberan ên qerebalix jî li vê gravê ne. Komên rastgir naxwazin bêhtir penaber biçin wir û rê li ber çûna penaberan digirin.
Zarok û jin jî di nav de nêzîkî 100 penaber du roj in bi şev û roj li perava Skala Sikamineayê dimînin.
Ji ber metirsiya ku komên rastgir êrîşî wan bikin digel sermayê li derve dimînin.
Êrîşî rojnamegeran kiribûn
Heman komên rastgir duh (2yê Adarê) dema çûna penaberan a li Girava Mîdîlliyê asteng dikirin rojnamegeran dîmenên wan kişandibûn. Komê êrîş biribû ser rojnamegeran. (TP/FD)
* Çavkanî û fotograf: AA