Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Mêrsînê komeke nijadperestan bi cop û keviran êrişî malbateke kurd kirine ku ji bo geştê ji Hewlêrê çûne Mêrsînê.
Êrîş li navçeya Bozyaziyê ya Mêrsînê, li nêzîkî herêma Gozsuzce Sirtlanê pêk hatiye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê yek jê bi giranî, 2 kes birîndar bûne û birîndar ambulansê birine nexweşxaneyê.
Welatiyê bi navê Cîhan Kûtlûk ê di rê de diçû, alîkariya kesên birîndar kiriye. Birîndar bi ambûlansa hat cihê bûyerê birine nexweşxaneyê. Nehat zanîn bê ka koma nijadperest a ji cihê bûyerê reviyaye, hatiye desteserkirin an na. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin.
Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndarhttps://t.co/fENQtbL5Xg
— Ajansa Mezopotamya (@Makurdi4) May 14, 2021
“Bi tiliyên xwe nîşana gurêboz dikirin”
Cîhan Kûtlûk, şahidê bûyerê bi van gotinan behsa bûyerê kiriye:
“Bi keviran êrişî zilamî û kurê wî yê 12-13 salî kirin û li serê wan xistin. Zilam ber bi bariyeran ve ji ser hişê xwe çû. Xwestin zilamî di kendal de biavêjin. Dibe ku weke şerê rê nedayînê nîşan bidin, lê rastiya wê ne wisa bû. Piştî ku îşareta gurêboz kirin, dijûn gotin kurdan. Wê demê min fêm kir ku êrişeke nijadperestî ye. Bi qasî 5 deqîqeyan ji kurdan re dijûn kirin. Min zilam bir wesayîta wî de û gihand xala cendermeyan. Pişt re gazî ambûlansê kir ew birin nexweşxaneyê.”
“Bi keviran êrîş kirin”
Kûtlûk piştî bûyerê çûye Qereqola Cendermeyan a Tekeliyê û li wir wiha gotiye:
“Roja 13ê Gulana 2021an saet di 16.00an de ez bi wesayita xwe ji Edeneyê ber bi Antalyayê ve diçûm. Dema gehiştim herêma Gozsuzce Sirtlan a girêdayî navçeya Bozyazi ya Mêrsînê, min dît ku di fitlonekan de wesayit sekinîne û çûn hatin nabe. Ji bo ku bizanibim bê ka çi qewimiye, ji wesayîtê peya bûm. Min dît ku cîpeke spî û bi plakaya biyanî li pêş sekinî ye û çend kes şer dikin. Ji bo ku wan ji hev vekim çûm cem wan.
"Min dît ku wesayîta reş a bi markaya Honda Civic û bi plakaya 01 YG 428ê li pêş cîpa spî sekinî ye. Sê kes ji wesayîta reş peya bûn li cem malbata ajokarê cîpa spî ew bi lêdanê xist halê mirinê. Me xwest bikevin navberê, lê me nekarî. Pişt re li hevjîn û zarokên xwediyê cîpa spî jî xistin. Ew kesê ku di wesayîta reş a bi plaka 01 YG 428 de rêwî kevirekî mezin girt destê xwe 4 caran li serê xwediyê cîpa spî û rûyê wî xist. Pişt re ez hîn bûm ku navê vî kesî Mehmet Fatîh Oflaz e. Di derba ewil de ew kesê ku kevir li serê wî xistin, ber bi bariyeran ve çû. Xwestin di kendalê de biavêjin. Di derba dawî de ew kes ji ser hişê xwe çû û ket erdê. Ligel ku li erdê ser hişê xwe ve çû bû jî hêj lêdixistin. Ji ser, difin û serê wî kesê xwîn dihat.
“Gef li Kurdan xwar”
“Piştî ku kesên derdorê bi gotina ‘bese, mir’ qîr kirin ew kes li erdê hiştin û ber bi erebeya xwe ve çûn. Dema ku li wesayîta xwe siwar bin ew kesê bi navê Mehmet Fatîh Oflaz paşve vegeriya û wiha got, ‘Ez ê li pêş li benda kesên ku şahidiya vê bûyerê dikin bim û ji bo ku wan bikujim. Kî şahidiya vê bûyerê bike… Ez ê van deran li wan teng bikim.’ Pişt re gefa ‘ez ê kurdan… ‘ xwar. Dûre mirovê ku ser hişê xwe çûbû, min xist wesayîta wî û min ew bir petrola Aytemîz a nêzîkî Qereqola Cendermeyan a Tekeliyê û min agahî da cendermeyan. Dîmena ku min ji cihê bûyerê bi telefona xwe kişand bi xwesteka xwe teslîmî tîmên Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Tekeliyê kir. Agahiya min a derbarê vê bûyerê de evqas in.”
(TP/FD)