Li Taxa Batikent a navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê, malên welatiyên elewî yên bi navên H.Ç., C.L., M.A., Ş.K. û N.C. ên li Sîteya Parkentê bi boyaxa sor û bi nîşaneya “X”ê îşaret kirine. Piştî ku welatiyên elewî emniyet ji bûyerê agahdar kiriye polîs hatine cihê bûyerê û lêkolîn kirine.
Her weha têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û welatiyên elewî dane zanîn ku ev yek ji hêla kesên ku haya wan ji elewîtiya wan heyî hatiye kirin û ji ber vê yekê jî fikarên wan hene. Welatiyan, xwestiye ku kiryar di zûtirin demê de bên girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Walîtiya Mêrsînê jî têkildarî bûyerê daxuyanî daye û destnîşan kiriye ku têkildarî bûyerê M.K. ê ku li heman sîteyê rûdine hatiye desteserkirin û weha îdia kiriye: “Bûyer, ji ber rageşiya di navbera cîranan de derketiye.”(AY)