Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Mêrsînê li hemberî wesayita polîsan êrîşa bibombe pêk hat. Çapameniyê ragihand ku di dema derbasbûna wesayitê de motosîkleta bombebarkirî û bombeya ku di qutîka çopê de hatibû bicîkirin hatiye teqandin. Di encama êrîşê de 12 polîs birîndar bû.
Piştî teqînê agir bi motora wesayitê ket û tîmên îtfaiyeyê ev agir vemirandin.
Walî Sû: Xetereya jiyanê ya polîsan nîne
Alî Îhsan Sû Waliyê Mêrsînê û Mehmet Şahne Midûrê Emniyetê yê Mêrsînê çûn ciyê bûyerê û lêkolîn li wir kirin.
Walîtiya Mêrsînê jî daxuyaniyek nivîskî belav kir û hat diyarkirin ku êrîş li derdora Dîkenliyol a navçeya Yenîşehîrê di dema ku personelên Midûriyeta Emniyetê derbas dibû de teqîn pêk hatiye û di encamê de 12 polîs birîndar bûne. Walîtiyê destnîşan kir ku xetereya jiyanê ya polîsan nîne û lêkolîn derbarê teqînê de ji her hêlê berdewam dike. (HK/FD)
Fotograf: İsa Uğur Erdoğan - Mêrsîn