Li Mêrsînê vê sibê polîsan bi ser gelek malan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Alî Bîlen û welatiyên bi navên Demet Gokalp, Abdullah Çapar, Cîhan Beyhan û Medenî Tutmaz jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Sedema desteserkirinan nehatiye zanîn û hat diyarkirin ku kesên desteserkirî birine Rêveberiya Emniyetê ya Mêrsînê. Dibe ku hejmara desteserkirinan zêdetir bibe.
(VC/AY)