Fotograf: Rêya D-400î / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Çandinî û Darsitanan aşkere kiriye ku ji bilî agirên bi daristanên navçeya Mêrsînê Gulnarê û navçeya Manîsayê Somayê ketine, wan yên bi daristanên din ketine, kontrol kiriye.
Li gorî nûçeya TRT Haberê, bi 11 balafir, 9ê jê yên leşkerî bi 29 helîkopter, 138 arazoz û 850 personelan midaxeleyî agirê bi daristana Gulnarê ketiye, dikin. Lê digel wê jî hîna agir neketiye bin kontrolê.
Ji ber şewatê, rêya bejayî ya D-400î ya di navbera Mêrsîn û Antalyayê de ji çûn û hatinê re hatiye girtin.
Li herêmê bayekî gûr heye û ekîbên agirkujiyê tevî helîkopter û balafiran alîkariyê didin xebatên vemirandina agirî. Her weha 3 helîkopterên S-70yî ango Sikorsky, 5ên AS-532yê û 1 jî CH-47 ango Chinook ên Hêzên Bejayî yên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) ji hewayê midaxele dikin.
Mersin Gülnar’daki orman yangınına ekiplerimizin cansiparane müdahalesi devam ediyor. @OGMgovtr pic.twitter.com/fiCVSyCwNM
— T.C. Tarım ve Orman Bakanlığı (@TCTarim) September 7, 2022
Wezaretê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye ku li Gulnarê, di dema vemirandina agirî de 5 endamên Midûriyeta Giştî ya Daristanan birîndar bûne û ew tên dermankirin.
????Mersin #Gülnar Orman Yangını Hakkında???????? pic.twitter.com/yHZGDLrllB
— T.C. Tarım ve Orman Bakanlığı (@TCTarim) September 7, 2022
(AEK/FD)