Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin û li Bismilê 3 kes desteser kirin
Şeş kesên ku di çalakiyên Mêrsînê yên li dijî êrişên li ser Rojavayê de hatibûn desteserkirin, hatin girtin. Her weha li navçeya Bismilê jî di serdegirtina malan de 3 kes bi îşkenceyê hatin desteserkirin.
Li navçeyên Akdenîz û Tarsûsê yên Mêrsînê 8 kesên ku ji ber beşdarbûna çalakiya li dijî êrişên li ser Rojavayê hatibûn desteserkirin, piştî îfadeyên wan yên li emniyetê, sewqi dadgehê kirin.
Dadgehê bi tohmeta ku " Qanûna bi Hejmar a 2911 a civîn û xwepêşandanan binpê kiriye" û " li dijî polîsan li ber xwe dane" biryara girtina 6 kesan da û du kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bû.
Bismîl
Her weha duh li navçeya Bismilê danê êvarê di serdegirtina malan de 3 kes bi îşkenceyê hatin desteserkirin.
Li Taxa Dîcle ya navçeya Bismilê ya Amedê, 3 kesên ku navên wan nehatin diyar kirin, danê êvarê di serdegirtina malan de hatin kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê her 3 kesên hatine desteserkirin îşkence li wan hatiye kirin.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.