Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Mêrsînê de polîsan bi ser gelek malan de girtine. Bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” 11 kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê diyar bûye ku serdozgeriyê lêpirsîn, bi sedema pîrozbahiyên Newroza îsal û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” daye destpêkirin û ji bo welatiyên bi navên A.R., A.B., F.B., N.A., Z.A., N.E., R.A., R.B., Z.A., K.H., A.H., M.A., M.H. û A.A.A. biryara desteserkirinê daye.
Di vê çarçoveyê de polîsan di danê sibehê de bi ser gelek malan de girtine. Di dema serdegirtinên malan de polîsan deriyên malan şikandine û li malan lêgerîn kirine.
Di encama serdegirtinan de 11 kes bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” hatin desteserkirin.
Her weha kesên hatine desteserkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.
(AY)