Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Aydincikê ya Mêrsînê duh (15ê Tîrmehê) di saetên nîvro de agir bi daristanê ketibû. Piştî wê li navçeya Hassayê ya Hatayê jî zanyarî hatiye ku daristan şewitiye.
Li gorî nûçeya AAyê Wezîrê Çandinî û Daristanan, Pakdemirliyî gotiye ku hewldanan kontrolkirina agirê daristanan li Aydincika Mêrsînê û Hassaya Hatayê dewam dikin.
Sedema wê nayê zanîn
Li taxa Pembecikê ya navçeya Aydincika Mêrsînê hê nayê zanîn ku bê ka çima agir bi daristanê ketiye. Piştî zanyariya şewatê helikopterên agirkuj, arazoz û ekîbên agirkuj ên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê dest bi xebatên vemirandinê kirine.
Her weha sedema agirê ku li navçeya Hassayê û Çiyayê Habîb-î Neccarî ya li Antakyayê jî nayê zanhin. Li vir jî xebatên vemirandinê dewam dikin. (TP/FD)