Li navçeya Onikişubata Mereşê, li Dibistana Navîn a Ayser Çalıkê êrişeke biçekê pêk hat. Piştî bûyerê, gelek polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Li Rihayê kesekî bi çekê êrişî lîseyê kir
Waliyê Mereşê Mukerrem Unluer, li Dibistana Navîn a Ayser Çalikê ya ku êriş lê pêk hatibû daxuyanî da rojnamegeran. Unluer diyar kir ku êrişkar xwendekarê dibistanê ye û êriş bi çekên ku di çenteyê xwe de anîbû kiriye û wiha axivî:
“Zarokekî xwendekarê pola 8an, bi çekên ku di çenteyê xwe yê piştê de anîbûn, bêyî ku hedef bigire ketiye du polên xwendekarên pola 5an û gule barandiye. Ji ber vê êrişê kes mirin û birîndar bûn. Mixabin 4 miriyên me hene; ji van yek mamoste ye û 3 jî xwendekar in. 20 birîndarên me hene. Niha 4 ji wan di ameliyatê de ne, em wisa difikirin ku birînên wan giran in. xebatên me berdewam dikin. Em hêvî dikin ku birayên me yên birîndar her çi qas zû be bigihîjin tenduristiya xwe. Di dibistaneke din de tiştekî nebaş nîne. Li ser medyaya civakî nûçeyên bi vî rengî belav dibin, lê ev ne rast in."
Unluer ku diyar kir mijar ji aliyê hiqûqî ve jî tê lêkolînkirin, li ser pirsa rewşa zarokê êrişkar wiha bersiv da:
"Ew jî mir. Di dema aloziyê de gule bera xwe da. Gelo bi mebesta întîharê bû an di nava wê tevlîheviyê de gule bera xwe da, niha nayê zanîn. Kesê ku bûye sedema bûyerê xwendekarê pola 8an e, xwendekarê me ye û bavê wî polîsê berê ye. Em texmîn dikin ku çekên wî girtine. Bi 5 çekan û 7 şarjoran hatiye, ketiye 2 polan."
Serdozgerê Komarê yê Mereşê Ramazan Murat Tiryaki jî sersaxî ji her kesî re xwest û got:
"Piştî ku bûyer gihîşt meqamên me yên edlî, min ligel 3 cîgirên serdozger û 6 dozgerên komarê lêpirsîn da destpêkirin. Di vê kêliyê de xebatên hevalên me berdewam dikin. Em mijarê bi her alî ve lêkolîn dikin. 20 birîndarên me hene. Niha tenê cenazeyê fîîlker (êrişkar) li dibistanê ye. Pisporên me yên bijîşkiya dadî tên. Hevalên me mijarê dimeşînin

Lêpirsîn hat destpêkirin
Wezîrê Dadê Akın Gurlek jî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û weha got:
“Derbarê êrişa çekdarî ya ku li dibistaneke Mereşê pêk hat de, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mereşê ve tavilê lêpirsîn hat destpêkirin; 3 Cîgirên Serdozgerê Komarê û 4 Dozgerên Komarê hatine wezîfedarkirin.
Serdozgerê me û dozgerên me yên wezîfedar li cihê bûyerê lêkolînên xwe didomînin. Ji bo silavetiya lêpirsînê biryara qedexeya weşanê hat girtin; girîng e ku dezgehên me yên çapemeniyê bi hestiyarî pabendî nepeniya lêpirsînê bin. Agahiyên pêwîst ên derbarê her qonaxa lêpirsînê de, dê ji aliyê meqamên rayedar ve werin parvekirin.”
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, bavê zarokê êrişkar ê bi navê U.M. ku polîs e, hat desteserkirin.
CHPê şandeyek wezîfedar kir
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî derbarê êrişê de şandeyeke ji çar kesan wezîfedar kir. Şandeya ku ji Serokê Lijneya Polîtîkayên Perwerdehiya Neteweyî Suat Özçağdaş, Serokê Lijneya Polîtîkayên Karên Hundir Murat Bakan, Parlamenterê Mereşê Ali Öztunç û Parlamentera Hatayê Nermin Yıldırım Kara pêk tê, ber bi herêmê ve bi rê ketin.
Li aliyê din, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yusuf Tekin, Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çiftçi û Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoğlu ji bo herêmê bi rê ketin.

Ji RTUKê daxuyaniya 'qedexeya weşanê'
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK), ragihand ku derbarê êrişa çekdarî ya li Dibistana Navîn a Ayser Çalık a Mereşê de qedexeya weşanê hatiye destpêkirin. RTUKê daxwaz kir ku saziyên medyayê bi hestiyarî pabendî prensîbên weşanê yên di çarçoveya Qanûna bi hejmara 6112an de bin.
(NÖ/AY)
