Fotograf: Ozgur Gundem / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Qoserê, navçeya Mêrdînê 41 kesên piştî çalakiya protestoyî hatibûn desteserkirin, duh bi şev serbest bûne.
Li Qoserê di 6ê Kanûna Paşiyê de ji ber zêdebûna bihayê elektrîkê çalakiyek pêk hatibû. Bi hezaran kes li Qada Azadiyê kom bûbûn û zêdebûna bihayê elektrîkê protesto kiribûn.
Bixwîne - Li Mêrdînê zêdebûna bihayê elektrîkê protesto kirine | Tayyîp îstîfa
Polîsan duh saetên sibê bi ser malan de girtine û 41 kes desteser kirine. Di nava kesên desteserkirî de Hevserokê rêxistina şaxê Qoserê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Fatîh Ozturk û rêveberên HDPyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî hebûn.
Polîsan bi mahneya ku “Li dijî Qanûna hejmar 2911ê derketine”, “Pesnê sûcdaran û sûcî dane” û “ziyan dane mal û milkan” 41 kes desteser kirine. Kesên desteserkirî piştî li midûriyeta emniyetê îfade dane, serbest bûne.
Çi bûbû?
Li Qoserê, navçeya Mêrdînê roja 6ê Kanûna Paşiyê bi hezaran kes kom bûbûn û zêdebûna bihayê elektrîkê protesto kiribûn.
Girse li Qada Azadiyê ya Qoserê kom bûbû û li vir kaxizên ku li ser wan gotinên protestokirinê hatina nivîsandin bilind kiribûn.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, her weha hin welatiyan fatoreyên elektrîkê li qadê şewitandibûn.
Girseyê di dema çalakiyê de sloganên “Tayyîp îstîfa”, “Dewlet îstîfa”, “DEDAŞ îstîfa”, “Bimre DEDAŞ” berz kiribûn û çalakvanan xwestibûn ku bihayê elektrîkê û yên din kêm bibin.
Çalakvan paşê ber bi avahiya Dîcle Elektrîkê ve meşiyabûn. Lê polîsan destûr nedabû wan û wan jî berê xwe dabû Kolana Nexweşxaneyê. (FD)