Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê piştî biryara qedexeya derketina derveyê, pevçûn derket. Di encamê de leşkerê bi navê Hikmet Zengîn mir.
Piştî duh Walîtiya Mêrdînê aşkere kir ku wê ji saet 06.00ê pê de li taxên Kismetlî, Kilavûz û Degerliyê yên Kerboranê qedexeya derketina derve destpê bike, li herêmê operasonê destpê kir.
Di pevçûna ku duh di saetên êvarê de derket, leşkerê pispor Hikmet Zengîn mir. (EKN/FD)