Fotograf: AA
Şevê din saet li derdora 00.30 deqîqeyan de li ser Rêya Armûşê ya Mêrdînê, êrîşeke çekdarî li wesayîteke Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal pêk hatiye. Li gorî nûçeya MAyê êrîş li derdora Qesra Serçixanê ya di navbera Nisêbîn û Qoserê de pêk hatiye. Di êrîşê de Hindrîn Abdullah Salih (39), Wahîde Heyder Casim (63) û Abdullah Salih Mustafa (69) li cihê bûyerê can dane. Çîmen Şahîn Qalid (75) û Ehmed Celaledîn Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bûne lê Cîmen Şahîn Xalid li nexweşxaneyê miriye.
Ehmet Celaledîn Îbrahîm jî di nava rojê de can daye û di encamê de hejmara miriyan derketiye 5an.
Kesên nasnameya wan nehat zanîn jî bi wesayîtekê ji cihê bûyerê reviyane.
Komên tenduristiyê yên li cihê bûyerê hatin veguhestin cenazeyên 3 welatiyan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Birayê Ehmed Celaledîn Îbrahîm, Dr. Faris Celaledîn Îbrahîm Bêzelî ji medyaya Herêma Kurdistanê re gotiye, dayika wan Wehîde Heyder û birayê wî Mele Ehmed ji bo randevûya doktorî serdana Amedê kirine.
Mesrûr Barzanî: Ez şermezar dikim
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzaniyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşandiye û bûyera kuştina welatiyên Herêma Kurdistanê ya li Mêrdînê şermezar kiriye.
Mesrûr Barzaniyî ji malbat û xizmên qurbaniyên bûyerê re sersaxiyê xwestiye û bang li hikûmeta Tirkiyê kiriye ku derbarê bûyerê de lêkolînê bike, sedeman aşkere bike û bikeran radestî dadgehê bike.
Walîtî: Çar kes hatin desteserkirin
Di vê navberê de Walîtiya Mêrdînê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku çar gûmanbar hatine desteserkirin.
Walîtiyê li ser hesabê xwe yê fermî daxuyaniyek weşandiye û gotiye: "Derbarê bûyera mirina (4) welatiyên Iraqê mirine û (1) welatiyê Iraqê birîndar bûye de ya 19ê Kanûna Paşiyê ya 2023yan li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê pêk hatiye; Di encama lêkolîna hatiye kirin de, 4 kesên ku guman heye şikbarên bûyerê ne M..Ş, F.A, A.Y, û A.K, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê hatine desteserkirin. Lêkolîna derbarê bûyerê bi baldarî berdewam dike." (FD)