Wezareta Karên Navxweyî di sibeha 4ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê kir. Her sê şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM) de ne.
Ji sala 2014an heta 2019an û herî dawiyê jî 2024an de ku bi tevahî di sê qonaxên hilbijartinê de 3 caran qeyûm ji bo Şarederiya Bajarê Mezin a Mêrdînê wezîfedarkirin.
Mêrdîniyên di roja duyem de jî serê şeveqê zû berê xwe dan ber şaredariyê, bi her awayî bi biryarin ku ‘heta dawiya dawî, heta xespkirina îradeya gelê kurd ji holê ranebe’ wê dev ji çalakiyên xwe bernedin û bi şev û roj li ber deriyê şaredariyên bin.
Di heman çarçoveyê de Dem Partiyê jî biryar da ku civîna xwe ya komê ya meclisê, ji ber tayînkirina qeyûman û xespkirina îradeya gel, li Mêrdînê li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin pêk bîne û piştî qerebalix kom bû civînê destpê kir.
Di civîna koma Meclisê de Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi, Hevserokên Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, Berdevka TOPê Juliana Sozen, Serokê Giştî yê EHPê Hakan Ozturk, Hevserokên Giştî yê SYKPê Mertcan Tîtîz û Feray Mertoglû û Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş, Hevserokê Giştî yê ESPê Mûrat Çepnî û Parlamentera EMEPê Sevda Karaca cih girtin.
Di kom civînê de destpêkê Hatîmogûllari axivî û got ku ji Mêrdînê heta Êlih, Xelfetî û Esenyurtê dê darbeya qeyûm bi hev re têk bibin. Hatîmogûllari bi bîr xist ku qeyûm di salvegera darbeya siyasî ya 4ê Mijdara 2016an de hatine tayînkirin û diyar kir ku ev zîhniyeta heyî ji ya Kenan Evren, Tahsîn Yalçinkaya û Generalên 28ê Sibatê dûr nîne.
Piştî Hatimogullari Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û destnîşan kir ku mîna duh dê îro jî derbeya siyasî qebûl nekin.
Piştî axaftina komcivîna Dem Partiyê qediya Hevşaredaran Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi çalakvanan re li ber deriyê şarederiyê nobeta xwe domandin.