Wezareta Navxweyî di 4ê Mijdarê de li şûna Ahmet Turk ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm tayîn kiribû.
Piştî biryara tayînkirina qeyûm walîtiyê li bajêr di navbera 4-14ê Mijdarê de hemû cûre çalakî û bername qedexe kiribû. Walîtiyê îro biryara qedexeyê 10 rojên din dirêj kir.
Li gorî daxuyaniya walîtiyê qedexe wê di saet 07.00ê Pêncşema 14ê Mijdarê dest pê bike û heta saet 23.59ê Yekşema 24ê Mijdarê bidome.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ev biryar weşandiye û bi van gotinan sedema qedexeyê ragihandiye: “Ji bo parastina yek parçeyiya dewletê û komarê ,ewlehiya netewî, rêk û pakiya civakê, rêgirtin li çalakiyên terorê, parastina maf û azadiyên kesên din û ji bo nehêlin provokasyonên ihtimal û bûyerên civakî pêk werin."
Her weha walîtiyê diyar kirî û gotiye:
“Bernameyên ku walîtî û qaymeqamiyan erê kirine wê ne qedexe bin. Ji bilî van, her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din hatine qedexekirin.”
(EMK/AY)