Li navend û navçeyên Mêrdînê bihayê nan zêde bû. Bi biryara Serokatiya Odeya Nanpêjxaneyan bihayê nan ji sedî 25 hat zêdekirin.
200 gram nan ji 8 lîreyî derket 10 lîreyan, 400 gram jî ji 16 lireyî derket 20 lireyan. Diyar bû ku biryara zêdekirina bihayê nan wê ji îro pê ve derbas bibe.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navçeya Silopiya Şirnexê jî ji 1ê Kanûna Paşiyê ve bihayê nan ji sedî 25 zêde bû. Bi zêdebûnê re nanê ku 7,5 TLyî bû, bû 10 TL, nanê pîde ku bi 15 TLyî bû, derket 20 TLyî.