Fotograf: AA
Li Mêrdîn, Amed û Şirnexê germa zêde bandoreke neyênî li jiyana rojane dike.
Li gorî daneyên ku Midûriyeta Herêma 15em a Meteorolojiyê dane, li Bismilê, navçeya Amedê û li Qoserê navçeya Mêrdînê pileya germê 45, li Cizîrê, navçeya Şirnexê û Nisêbînê navçeya Mêrdînê jî pileya germe 46 hatiye pîvan.
Li van deveran tê texmînkirin ku îro pileya germê li gorî şertên demsalê 2 an jî 3 pile zêde bin.
Li gorî nûçeya AAyê, tê texmînkirin ku îro germa hewayê li Bismilê 46 pile û sibê 41 pile be, li Cizîrê îro 46 pile û sibê 41 pile be, li Nisêbînê îro 43 pile û sibê 39 pile be û li Qoserê îro 44 pile û sibê 41 pile be.
Zarok xwe di hawiz de hênik dikin
Li Amedê welatiyên ku karên wan nebin, bi taybetî di navbera saet 11.00-16.00an de dernakevin derve û li navenda bajêr û hin navçeyan zarok xwe di hewzên şaredariyê de hênik dikin.
Mêrdîn
Li Nisêbîn û Qoserê welatî ji ber germa zêde diçin park û baxçeyan. Ji ber germê giraniyê didin şerbeta sûsê û berfeşîran.
Şirnex
Li Cizîrê ji ber kelekel û germê hin esnaf di navbera saet 12.00-17.00an da dikanên xwe digirin.
Dikandar di germê de diçin malê û êvarê gava hewa hênik dibe dîsa dikanên xwe vedikin. Esnafên ku dikanên xwe nagirin jî piranî li ber deriyên dikanan rûdinên.
Ji esnafan Necat Işikliyî destnîşan kir ku ji ber germa zêde, şêniyên Cizîrê ji mal dernakevin û piranî êvarê derdikevin û danûsitandina xwe dikin. (FD)