Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihandiye ku di saet 10.46an de bi pileya 5.9an li Meletiyê erd hejiya ye û navenda erdhejê Taxa Kaleyê ye.
Hat diyarkirin ku erdhej 10,07 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Her weha Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 6,0ê pîvaye û gotiye 6.5 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Her weha erdhej li bajarên weke Elezîz, Amed, Êlih, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Şirnex û Semsûrê hatiye hîskirin.
Têkildarî ziyanên canî û malî heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Derya Spî(EMSC) jî mezinahiya erdhejê weke 6,1 ragihandiye.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya derbarê erdhejê daxuyanî da û wiha got, "Li Meletiyê 1, li Rihayê 1, li Elezîzê 1 avahî bi giştî 3 avahî qismî hilweşiyane. Di vê erdhejê de ziyanên can û malî çênebûye."