bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Li Meletiyê bi pîleya 5an erd hejiyaye
Li gorî daxuyaniya AFADê, li navçeya Yeşîlyûrtê ya Meletiyê, saet di 08.35 deqîqeyan de, bi pîleya 5an erd hejiyaye.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Birêvebirina Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihandiye ku vê sibê saet di 08.35 deqîqeyan de li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê erd hejiyaye.
Li gorî daxuyaniyê, pîleya erdhejê 5 e.
Her weha Wezîrê Karûbarên Navxwe Alî Yerlîkayayî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye, “Di wê erdhejê de ku saet 08.35an li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê pêk hatiye û pileya wê 5 e, di serî de AFAD, hemû ekîbên saziyên me yên peywendîdar li qadê dest bi xebatên lêgerînê kirine. Ez ji welatiyên me yên erdhejê bandor li wan kiriye dibêjim, derbasî be.” (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.