Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihandiye ku li navçeya Yeşilyûrtê ya Meletiyê bi pileya 5,3yê erd hejiyaye.
#DEPREM: Malatya ili Yeşilyurt ilçesinde saat 20.48’de 5.3 büyüklüğünde bir deprem meydana geldi.
— AFAD (@AFADBaskanlik) August 10, 2023
Gelişmeleri takip ediyoruz.
➡️ https://t.co/cofXSurHiN https://t.co/2DL6BG28Ci
Erdhej saet li derdora 20,48 deqîqeyan 7 kîlometro di bin erdê de çêbûye. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, bandora erdhejê li Mereş, Semsûr, Riha û Dîlokê jî bûye. Pişî erdhejê welatî ji malên xwe derketine û li kolanan mane.
Wezîr Yerlîkaya: 22 kes bi sivikî birîndar bûne
Wezîrê Karûbarên Hundir Alî Yerlîkayayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsiye û gotiye ku "22 welatiyên me bi sivikî birîndar bûne."
#Malatya ili Yeşilyurt ilçesinde 5.3 büyüklüğünde meydana gelen depremde ekiplerimizin saha tarama çalışmaları devam etmektedir.
— Ali Yerlikaya (@AliYerlikaya) August 10, 2023
İlk belirlemelere göre
???? 1 metruk bina yıkılmış ve
???? 2 Ağır hasarlı bina yan yatmıştır.
An itibari ile can kaybımız yoktur. Korku, panik ve… pic.twitter.com/DDGAgrBf8G
Waliyê Meletiyê Ersîn Yaziciyî jî ji AAyê re gotiye, “Heta niha li navçeya me ya Battalgaziyê xaniyekî vala rûxiyaye. Zarokek dema li kolanê dimeşiya, lingê wî/wê şikayaye. Çend kesan jî xwe ji şaneşînan avêtiye.” (AEK/FD)