Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kaleyê, navçeya Meletiyê bi pîleya 4,9ê erd hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn aşkere kiriye ku erdhej saet di 02.30 deqîqeyan de bi pileya 4,9ê li navçeya Kaleyê pêk hatiye.
Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 5,0ê pîvaye. Enstîtuyê diyar kiriye ku navend Puturge ye.
Erdhej 14 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û ji ber erdhejê li Meletiyê welatî ji malên xwe derketine.
Bandor li Elezîzê jî kiriye
Bandora vê erdhejê li Elezîzê jî bûye. Çar kesan xwe ji şaneşînan avêtine xwarê û xof bi du kesan re çêbûye. Her şeş kes birine nexweşxaneyê.
Aydin Barûş, Waliyê Meletiyê gotiye ku li gorî amarên destpêkê ti rewşeke neyênî nîne.
Li Xoyê jî bi pileya 4,2yê erd hejiyaye
Di heman demê de li Xoyê ya li ser sînorê Tirkiyeyê û Îranê jî bi pileya 4,2yê erd hejiyaye. (TP/FD)