Fotograf: AA
Li Puturgeya navçeya Meletiyê erd bi pileya 4,6an hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn(AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 13.44 deqîqeyan de bi pileya 4,6an li navçeya Puturgeyê pêk hatiye.
Erdhej 15,09 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û ji ber erdhejê li Meletiyê welatî ji malên xwe û cîhên kar derketine.
Aydin Barûş, Walîyê Meletiyê ji nûçegîhanê Ajansa Anadolûyê re aşkere kiriye, erdheja ku li Puturgeyê pêk hatiye li tevahîya bajar bandor kiriye û gotiye, “Heta niha me agahiyek neyînî negirtiye. Cendirme û ekîbên AFADê bi xelkên kolanan re di nava peywendiyan de ne. Heta niha neyîniyek nîne. Xebatên me didome. (AY/FD)