Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Yeşîlyûrtê, navçeya Meletiyê avahiyeke 2 teqebî rûxiyaye. Avahiya ku li Taxa Sitmapinarê, li ser Kolana Înoniyî bûye, duh (9ê Çiriya Paşiyê) saet li derdora 16.50 deqîqeyan rûxiyaye.
Piştî bûyer hatiye bihîstin, ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê dest bi xebatan kirine û 13 kesên birîndar bûne, ji bin xirbeyî derxistine. Ekîban birîndar bi ambulansan şandine nexweşxaneyan.
Alîkarê Wezîrê Karûbarên Navxweyî, Îsmaîl Çatakliyî diyar kiriye ku li gorî zanyariyên li ber destê wan, ti kesên winda nîne.
Çatakli ev zanyarî dane: “Li gorî tiştên derketine dolê, di avahiyê de 21 kes hebû. Hevalên me xwe gîhandin 8 kesan, ew bi derfetên xwe derketine. Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê 13 kes rizgar kirine û ew şandine nexweşxaneyan. 8 ji 13 kesan tehliye bûne. Yek jê di beşa nexweşiyên giran, 5 jî li nexweşxaneyan tên dermankirin. Xetere li ser jiyana wan nîne.”
Çatakliyî her weh adiyar kiriye ku li tebeqeya yekem 3, li ya jor jî qehwexaneyek heye. Her weha li gorî zanyariyan, li tebeqeya yekem, di avahiyekê de tadîlat hebû û dibe avahî ji ber wê hilweşiyabe.
Ajansa Anadolûyê di nûçeyeke xwe de gotiye ku şahidên bûyerê gotine di nava rojê de tadîlat di avahiyekê de hebû û kolonek hatiye berîn.
4 kes desteser kirine
Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kiriye ku lêpirsînname hatiye amadekirin û ji ber bûyerê 4 kes hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, yek ji wan xwediyê kargeha ku tadîlat lê dihate kirin û 3 xebatkar in ên hatine desteserkirin. (KÖ/FD)