Fotograf: Emilio Espejel/AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Paytexta Mexico Cityê Festîvala “Roja Miriyan” (Dia de Muertos) hatiye lidarxistin ku bi giştî li nav Îspanyolan û Latîn Amerîkiyan tê pîrozkirin. Di dema festîvalê de dîmenên rengên derketine holê.
Di nava Latîn Amerîkiyan de ew bawerî heye ku di navbera cîhana rastîn û ya rihan de rêyeke vekirî heye û mirî di vê rêyê de serdana xizmên xwe dikin. Bi vê armancê ev roj tê pîrozkirin. Di vê festîvalê de ji bo miriyan xwarin û vexwarin tên amadekirin.
Li gorî zanyariyan ev roj, ji Aztekan maye û îskelet miriyan nîşan dide. Li gorî baweriyê dema mirî tên jibîrkirin mirina rastîn wê gavê pêk tê. Bi vê festîvalê tê armanckirin ku miriyan ji bîr nekin.
(AO/FD)