Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hejmara rojnamegerên hatine kuştin ji sersalê û vir ve bi kuştina Heber Lopez, rêvebirê Notîcîas Webê re derketiya 5an. Heber Lopez li Oaxaca, eyaleta Meksîkayê bi çekan hatibû kuştin.
Heber Lopez, rêveberê malpera nûçeyan a onlîne Notîcias Webê dema li bajarê Salîna Crûzê li studiyoya qeydê derdikeve rastî êrişê hatibû.
Arturo Peimbert Calvo, Dozgerê Eyaleta Oaxacayê ji kanalekî televizyonê re ragihandibû k udu gumanbarên ku têkiliya wan bi kuştina Lopezî re heye hatine desteserkirin.
Li wî welatî di du mehên destpêkê yên salê de bi kuştina Lopezî re hejmara rojnamegerên hatine kuştin gihaştiye 5an.
#MEXICO: CPJ is documenting the murder of journalist Heber López Vázquez, who was shot and killed earlier today in Salina Cruz, in the southern Mexican state of Oaxaca. State authorities confirmed to CPJ that two suspects have been arrested. https://t.co/bICIwazOfy
— CPJ Américas (@CPJAmericas) February 11, 2022
Di nava sala par de 7 rojnameger hatibûn kuştin. Meksîka ji bo rojnamegeran yek ji welatên herî xetere yên cîhanê tê zanîn. Ji sala 2000î heta niha li wî welatî hejmara rojnamegerên hatine kuştin ji 140î derbas bûye.
Meksîka, di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya RSFê de di nava 180 welatan de di rêza 143an de ye.
(HA/AY)