Fotograf: Avkom Teknoloji
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Lêkolînên Medyayê (MEDAR) bi piştgiriya Programa Ewropayê ya ETKİNİZê, “Lêkolîna Datayan a Medyaya Herêmî” pêk aniye. Li gorî vê xebatê, li Tirkiyeyê 3 hezar û 240 saziyên medyayê yên herêmî hene.
MEDARê ji bo lêkolînê pirsên xwe li hezar û 122 saziyan kiriye û derketiye holê ku saziyên medyayê yên herêmî, bêhtir li herêmên Marmara, Behra Spî û Egeyê û li bajarên mezin in.
Li Behra Reş û Anatolyaya Navîn hejmar kêmtir e û ji Rojhilatê Anatolyayê û Rojhilat-Başûrê Anatolyayê hejmara saziyên ku di lêkolînê de cih girtine gelekî kêmtir e.
Çawa ku Stenbol navenda medyaya netewî ye her weha herî zêde hejmara saziyên medyayê yên herêmî jî li Stenbolê zêde ye. Piştî Stenbolê, Mêrsîn, Bûrsa, Îzmîr, Edene û Antalya tê.
Saziyên medyayê yên herêmî bêhtir nûçeyên xwe bi rêya “rojnameyên herêmî” û “platformên dijîtal ên herêmî” diweşînin. Hejmareke kêm a radyo, televizyon û kovaran jî hene.
Pandemiyê bandoreke neyênî li van saziyan kiriye û beşek ji wan hatine girtin, beşekan jî hejmara xebatkarên xwe kêm kirine.
Rêjeya xebatkaran
Di saziyên medyayê yên herêmî de hejmara xebatkaran gelekî kêm e. Teqrîbî 4 kes kar dikin. Her weha ji sedî 40,8ê van saziyan li qadê ti nûçegîhan an jî kameramanî/ê nadin karkirin.
Li gorî vê rêjeya hatiye bidestxistin, hejmara mêran li medyaya herêmî jî ji ya jinan zêdetir e.
Di hezar û 122 saziyan de 4 hezar û 996 kes kar dikin. Ji sedî 68,7ê van mêr in (3 hezar û 440), bi tenê ji sedî 31,3 (hezar û 156) jin in. (HA/FD)