Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Li meclisê dema axavtinên li ser guhertina makeqanûnê dihat kirin Parlementera Serbixwe Aylîn Nazlikaya ji bo şermezarkirina kesên dengên erê didin, xwe bi kursiya meclisê ve kelepçe kir. Piştre parlementerên jin ên AKPê dora Nazlikaya girtin.
Parlementera AKPê Gokçen Ozdogan Enç peyîn avête singê Parlementera HDPê Pervîn Buldan. Ozdogan Enç porê Parlementerê Mûşê Bûrcû Çelik girt û ji erdê ve kaşkir. Nazlikaya û Parlementera CHPê Şafak Pavey li erdê ketin û proteza Pavey ji cî derket. Pervîn Buldanê rakirin nexweşxaneyê.
Nazlikaya: Kilîtê reş li deriyê meclisê didin, ez jî xwe bi vir ve kelepçe dikim
Li meclisê dema axavtinên li ser guhertina makeqanûnê dihat kirin Parlementera Serbixwe Aylîn Nazlikaya xwe bi kursiyê ve kelepçe kir, li parlementerên MHPê zivirî û wiha got:
“Wisa nekin. Deng nedin bo vê yekê. Ji bo siberoja xwe kilîtê li meclisa Ataturk nexin. Parlementerên MHPê ez bangî vicdana we dikim. Hûnê çawa li ruyê zarokên xwe binêrin?”
Parlementerên jin ên AKPê dora Nazlikaya girtin
Ji ber çalakiya Nazlikaya navber li rûniştina meclisê hat dayîn. Piştî navberê parlementerên jin ên AKPê dora Nazlikaya girtin û hewl dan ku mîkrofona kursiyê ji cî derxin.
Di nûçeya Hurriyetê de hat diyarkirin ku wekîlên AKPê di nav xwe de civiyan û nav li wekîlên xwe yên jin dane û wan jî dema hindik mabû navber xilas be dora Nazlikaya girtine. Di vîdeoyên ku li medyaya civakî hatine parvekirin de wekîlekî mêr ê AKPê îşaret dide Gokçen Ozdogana AKPî û piştre ew li dora Nazlikayayê dicivin.
Cîgira Koma AKPê Ilknûr Inceoz bi tornevîdeyê hewl da ku ber bi Nazlikayayê biçe û kelepçeyê veke. Li ser vê yekê parlementerên jin ên CHP û HDPê ji bo ji Nazlikaya re bibin alîkar çûn wir û li ser vê yekê alozî derket.
Wekîla AKPê Enç peyîn avête Buldanê
Wekîla AKPê Enç ku beriya niha li meclisê pankarta “Kûçik nikarin bikevin vir” vekiribû, dema aloziya derket de rabû ser nerdiwanê û peyîn avête singê Pervîn Bûldan.
Ençê her her wiha porê Parlementera HDPê Bûrcû Çelik girt û ji erdê ve kaşkir.
Di demê de Parlementera CHPê Şafak Pavey li erdê ket û proteza wê ji cih derket. Paveyê rakirin nexweşxaneyê.
Herwiha mîkrofona li ser kursiyê ji cî hat derxistin, Nazlikayayê ku hewl da ji kursiyê dûr bikeve jî kete xarê.
Ji Koma Jinên HDPê daxuyanî
Koma Jinên HDPê derbarê tundiya navbera parlementerên jin de daxuyanî da:
“Bêhnek ewil li Lijneya Giştî tundiyeke ecêp hat serê me. Di parlementoyê de koma jinan tenê di partiya me de hatiye avakirin. Ev kom ji bo hevgiriya bi jinan re hatiye avakirin. Ji beriyê ve li dijî kîjan jineke di parlementoyê de tundî hatibe kirin, ewil me dengê xwe bilind kiriye. Parlementera Serbixwe Aylîn Nazlikaya mafê xweya demokratîk bikar anî, xwe bi kursiya meclisê ve kelepçe kir û ji pêşniyara guhertina mqakeqanûnê re got ‘na’. Piştre re destê wê werimî û herişî. Me jî hewl da ku em jê re bibin alîkar. Hin parlementerên jin ên din jî hatin wir. Demeke şûnde wekîlên jin ên AKPê xwestin ku mudaxeleyê wê çalakiyê bikin. Bi tornevîdeyên di bêrika wan de hewl dan ku mudaxele bikin. Aylîn Xanim jî dema vê yekê dît, bangî parlementerên jin kirin ku xwedî lê derkevin. Wê demê bi meqesan mudaxeleyê Aylîn Xanim kirin û wê qarîn kir.
“Gokçen Ençê ku bi helwesteke cudaperest ve li meclisê pankarta ‘Kûçik nikarin bikevin vir” vekiribû destê xwe bilind kir û li parlementeran xwar. Piştre rabû ser nerdiwanan û li peyîn li singa Pervîn Buldan da. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakim, kes nikare vê yekê bi ti tiştek ve îzah bike.”
“Niha tansiyonê Pervîn Buldan gelek zêdeye. Wê rakirin nexweşxaneyê. Derbe li riyê Bûrcû Çelik xistin. Şafak Pavey kete xwarê. Li erdêxistina wê bi ti awayê nayê qebûlkirin. Dema me hewl da ku Pavey ji erdê rakira mudaxele û derbkirina wan destpê kir.
“Îro meclis di vê halê de ye. Ew helwest, hişmendiya pêkanînên erkperest ku ji hêla wekîlên mêr ve dihat kirin, îro bi destê wekîlên jin ve hatin kirin. Bi taybetî em êriş û muameleya li dijî cîgira koma partiya me hatiye kirin bi tundî şermezar dikin û vê yekê bi ti awayî qebûl nakin.
(ÇT/YO)