Walîtiya Stenbolê ku pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Taksîmê qedexe kir, li Beyoglu û derdora wê gelek rê ji hatûçûnê re girt. Polîsan ji saetên serê sibê ve Meydana Taksîmê û derdora wê dorpêç kirin.
Bi biryara ku Walîtiyê di saetên şevê de weşand, li Beyoglu, Beşiktaş û Şişliyê gelek şeqam û kolan ji trafîkê re hatin girtin. Îstasyonên metroyê yên Taksîm, Şişhane û Osmanbeyê hatin girtin; her wiha veguhastina rêwiyan a bi ÎDO, Xetên Bajêr û motorên deryayê ya ji aliyê Anadoluyê ber bi aliyê Ewropayê ve jî hat rawestandin.
#1Gulan Li Mecîdiyekoyê, polîs kesên ku nêzî qada pîrozbahiyê dibin desteser dikin. Her weha polîsan heta niha gelek kes desteserkirin.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) May 1, 2026
📽️: @kepenekevrimm pic.twitter.com/WjDJEzHaLc
Piştî banga sendîka û partiyên siyasî ya ji bo komîbûna li Mecîdiyekoyê, şeqamên Halaskargazî û Buyukkdereyê û derdora Cevahir AVMyê hatin girtin.
Li serê her kolaneke herêmê, tîmên polîsan û TOMA hene.

Di saet 10.30’an de yekemîn desteserkirin çêbûn. Polîsan midaxaleyî xwepêşanderên kir û ew desteser kirin.

10.50 | Polîsan barîkat birin pêş û rê li ber rojnamegeran girtin ku karê xwe nekin. Endamên çapemeniyê gelek caran bi polîsan re nîqaş kirin.
Li aliyê din, ji bo ku dîmenên welatiyên di bin dorpêçê de û yên hatine desteserkirin neyên girtin, polîsan bi mertalan dora qadê girt. Kesên di dorpêça polîsan de bûn, dirûşma "Her der Taksîm, her der berxwedan" berz kirin.
📹:… pic.twitter.com/6I9w1TUUFP
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
11.05 | Polîsan bi gaza rondikrêj midaxaleyî girseya ku dixwest ji Mecîdiyekoyê ber bi Taksîmê ve bimeşe kir.
#1Mayıs | Mecidiyeköy'den Taksim'e yürümek isteyen gruba polis, biber gazı sıktı.
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
📹: Evrim Kepenek ( @kepenekevrimm ) pic.twitter.com/szxDVK2aO2
11.10 | Polîsan li Mecîdiyekyê endamên Halkevleriyê yên ku dirûşma "Her der Taksîm, her der berxwedan" berz dikirin, bi îşkenceyê desteser kirin. Her wiha komeke din jî girtin bin dorpêçê.
#1Mayıs | Polis, Mecidiyeköy'de "Her yer Taksim her yer direniş" sloganı atan @Halkevleri üyelerini işkence ile gözaltına aldı.
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
📹: Evrim Kepenek ( @kepenekevrimm ) pic.twitter.com/8Qa3DucyQm
11.30 | Li Mecîdiyekoyê du endamên ESPê yên ku bi dirûşmên "Qada 1’ê Gulanê Meydana Taksîmê ye" dimeşiyan, hatin desteser kirin.
#1Mayıs | Mecidiyeköy'de "1 Mayıs alanı Taksim Meydanı" sloganlarıyla yürüyen iki ESP'li gözaltına alındı. @espresmi
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
📹: @kepenekevrimm pic.twitter.com/ZFnVB3i4hD
11.50 | Pisporê Rêxistinkirinê yê Maden-İşa Serbixwe Başaran Aksu û rojnameger Yusuf Çelik hatin desteser kirin.
12.00 | Polîsan tenê destûr da ku Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) li Meydana Mecîdiyekoyê daxuyaniyê bide. Girse bi dirûşmên "Bijî 1’ê Gulanê, her der Taksîm, her der berxwedan" ket qadê.
#1Mayıs | Türkiye İşçi Partisi Genel Başkanı Erkan Baş, Mecidiyeköy'de basın açıklamasında bulundu.
— bianet (@bianet_org) May 1, 2026
📢Baş: 24 yıldır iktidardalar devletin tüm aygıtlarını tekellerine aldılar ama bu ülkeyi, halkımızı, işçileri teslim alamadılar, alamayacaklar.
📹: @kepenekevrimm pic.twitter.com/1nVwP6M3Gk
Erkan Baş, di axaftina xwe ya li vir de wiha got: "24 sal in li ser desthilatdariyê ne. Medya xistine bin dorpêçê. Ewlehî, dadgerî, burokrasî û hemû amûrên dewletê xistine bin destê xwe, lê nekarîn vî welatî, gelê me û karkeran teslîm bigirin." Baş wiha dewam kir:
"Îro careke din, bi awayekî neheq û naderqanûnî; li dijî destûra bingehîn, biryarên dadgehê û qanûnan, bi rêyên derqanûnî xwestin pêşî li pîrozkirina me ya 1’ê Gulanê bigirin. Îradeya ku îro li vir kom bûye, tenê negot 'em qedexeyên 1’ê Gulanê nas nakin'. Di heman demê de em wekî kedkar û şoreşgerên vî welatî, careke din radigihînin ku em ê vî welatî radestî vê pergala tarî, desthilatdariya sermayedar û patronan û nîzama holdîngan nekin.
Em ji vir ji her kesî re radigihînin: Ev welat ê me ye. Ev welat ê karker, kedkar û yên ku xwêdana eniya xwe dirêj dikin e. Ev welat aîdî me ye ku em ji bo azadî, wekhevî, demokrasî, aştî û edaletê têdikoşin."
13.20 | Li gorî daxuyaniya Komeleya Hiquqnasên Hemdem (ÇHD), hejmara kesên ku li Mecîdiyeköyê hatine desteser kirin nêzî 350 kesî ye.
(EMK/HA/AY)






