Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Marmarîsê, navçeya Mûglayê roja 21ê Hezîranê agir bi daristanê ketibû û ew agir roja şemiyê (25ê Hezîranê) hatibû kontrolkirin. Agir destpêkê li herêma Bordubetê destpê kiribû û di nava çar rojan de li Uzunoz, Kurardi û Yeşilbeldeyê belav bûbû.
Bandora agirî li 4 hezar û 500 hektarî bûye ku li wir darqaj hene. Xebatên cemidandinê ji destê sibehê û pê de ji hewayê û bejahiyê destpê kirine.
Wezîrê Çandinî û Daristanan, Vahît Kîrîşçiyî derbarê şewatê de daxuyaniyek daye û gotiye ku bi qasî 4 hezar û 500 hektarî daristan şewitiye.
Kesek hatiye girtin
Sacît Ayhanê ku bi îdiaya agir bi daristanê xistiye hatibû desteserkirin, dadgehê biryara girtina wî daye.
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Mûglayê, Buray Erbayî dema agir hîna nehatibû kontrolkirin, îdia kiribû ku piştî agir gihîştiye nêzîkî havîngeha Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bûye, helîkopter û balafirên agirkuj hatine bikaranîn. (TY/FD)