Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Mûglayê duh di saetên êvarê de bi pileya 5.2ê erd hejiyabû. Piştî vê di saet 7.06ê sibeha îro de erd carekî din bi pileya 4.4ê hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşên Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye, navenda erdhejê 18 kîlometreyan ji Marmarîsa Muglayê dûr bûye û 63.3 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Erdheja yekem bi pileya 5.2ê bûye
AFADê aşkere kiriye, erdheja duh êvarê (28ê Hezîranê) di saet 20.43an de li Marmarîsê pêk hatiye, pileya wê 5.2 ye.
Hatiye destnîşan kirin, erdheja ku bandora xwe li Îzmîrê û Antalyayê kiriye, 61.41 kilometreyan di bin erdê de çêbuye.
Ertug Şevket Aksoy, Qeymaqamê Marmarîsê bi Ajansa Anadolûyê re axiviye û gotiye, “Derbarê erdhejê de heta niha tişteke neyênî negîştiye destê me û tune ye.” (TP/AY/FD)