Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Alîkara Serokwezîrê Ûkraynayê Îrîna Vereşûkê aşkere kiriye ku zêdetirî 100 hezar mirovî li başûr-rojhilatê welêt, li bajarê Mariûpolê asê mane.
Vereşûkê diyar kiriye ku mirov ji bo ji Marîûpolê biçin Zaporîjyayê bi kîlometreyan rê diçin.
Vereşûkê her weha destnîşan kiriye ku milîsên Komala Gel a Donetskê dest daniye ser otobisekê. Li gorî zanyaruya ku Vereşûkê daye ev otobis di karwana alîkariya mirovî de bûn û xebatkarên Beşa Lezgîn a Dewletê jî di nava wê otobisê de bûn.
Vereşûkê gotiye ku ji bo xebatkaran derxin, çi ji destê wan tê, ew wê dikin.
Zelenskiyî jî behsa 100 hezar kesî kiriye
Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiyî di saetên şevê de li ser hesabê xwe yê Telegramê mesajek weşandiye û behsa mirovên li Marîûpolê asê mane û karwana alîkariya mirovî kiriye.
Zelenskiyî Rûsya tohmet kiriye, xwestiye ku korîdoreke mirovî ya ewle vebe û xebatkarên Beşa Lezgîn a Rûsyê serbest bikin. Zelenskiyî gotiye ku zêdetirî 100 hezar mirovî "bi şert û mercên dijmirovî re rû bi rû ne." (HA/FD)