Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê civîna Meclîsê ya asayî ya meha Mijdarê de pêk anî.
Di civînê de Şaredarê navçeya Salihliyê Mazlum Nurlu pêşniyara guherandina navê Meydana Bajêr a Devlet Bahçelî ya li Salihliyê kir û xwest bibe Meydana Bajêr a Ataturk.
Alîkarên Serokên Koma MHP û AKPê bertek nîşanî vê pêşniyarê dan.
Şaredarê Salîhliyê Nurlu têkildarî pêşniyara xwe ev tişt got: “Meydana ku li Taxa Zaferê ye bi biryara Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê di sala 2023an de navê Meydana Bajêr a Devlet Bahçelî lê hate kirin. Lê belê di 22ê Cotmeha 2024an de piştî daxuyaniyên Serokê MHPê Devlet Bahçelî yên têkildarî efûkirina serekê terorîstan Abdullah Ocalan, ji aliyê gelê Salihliyê ve bi tundî daxwaza guhertina navê vê meydanê hat kirin. Ji ber vê sedemê em daxwaz dikin ku navê 'Meydana Bajêr a Devlet Bahçelî' bila bibe 'Meydana Bajêr a Ataturk'.
Li gorî nûçeya ku di Kararê de hatiye weşandin ; Piştî ku pêşniyar bû rojev û hat qebûlkirin, Komên MHP û AKPê meclîs terikandin.
Meclîsê bi yekdengî guhertina navê Meydana Bajêr a Devlet Bahçelî kir Meydana Bajêr a Ataturk.
(RT/AY)