Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Kirkagaça Manîsayê bi pileya 4.3yê erd hejiyaye. Li gor agahiyên heyî ziyana mal û canî nîne.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 05.49 xulekan de bi pileya 4.3ê li navçeya Kirkagaçê pêk hatiye.
Erdheja Kirkagaçê 7 kîlometreyan di bin erdê de pêkhatiye û bandora wê li navenda Manîsayê û navçeyên din jî bûye.
Her weha Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 4,2yê pîvaye û eşkere kiriye, ku 10 kîlometreyan di din erde da ye.
Heta niha ziyana can û mal çênebûye. (TP/AY/FD)