Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Îngiltereyê li Salona Konsertê ya Arenayê ya li bajarê Machesterê teqîn pêk hat û di encamê de herî kêm 22 kes mirin, zêdetirî 50 kesan birîndar heye.
Teqîn piştî konserta stranbêja Amerîkayî Ariana Grandeyê li gorî saeta Tirkiyê di 00.30ê de pê hat.
Serokwezîra Îngiltereyê Theresa Mayê diyar kir ku hêzên ewlekariyê teqînê weke “êrîşa terorê” dinirxînin.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê hêzên mudaxeleya bilez aşkere kirine ku hin birînên ku wan derman kirine dişibin “birînên şarapnelê”.
Nûçegîhanê BBCyê Daniel Sandfordî jî got ku li Londonê rayedarên têkoşîna dijterorê yên payebilind kom bûne û bi Wezareta Navxweyî re di nava têkiliyê de ne. Di vê navberê de tê payîn ku Komîteya Ewlekariya Bilez COBRa di saetên sibê de di bin serokatiya Serokwezîr Mayê de kom bibin.
Grande di nava zarok û ciwanan de populer e
Stranbêja Amerîkî Grande ya ku 23 salî ye di nava zarok û ciwanan de populer e.
Grandeyê di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de diyar kir ku ew ji dil xemgîn e û gotin nîne ku bîne ziman.
broken.
— Ariana Grande (@ArianaGrande) May 23, 2017
from the bottom of my heart, i am so so sorry. i don't have words.
(EKN/FD)
Fotoğraf: Lindsey Parnaby – Manchester / AA