Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Tirkiyeyê xebatên vemirandina agirên bi daristanan ketiye, di roja 9an de jî dewam dikin. Midûriyeta Giştî ya Daristanan derbarê rewşa dawî de daxuyaniyek weşandiye.
Li gorî zanyariyan li Manavgat û Gundogmûşa Antalyayê, li Marmarîs, Koycegîz, Kavaklidere, Mîlas, Menteşe û Keydikemera Mûglayê,li Karacasûya Aydinê, li Tavas û Guneya Denizliyê agir hîna nehatine vemirandin. Agirê ku li Dortyola Hatayê derketibû, vemirandine û xebata cemidandinê destpê kiriye. Agirê ku li Santrala Termîk a Kemerkoyê duh bi şev derketibû, piştî bi 11 saetan hatiye kontrolkirin.
Antalya
- Li navçeya Manavganê midaxeleya agirê ku li deverên cida derketiye ji asman û bejahiyê dewam dikin. Daristan li navçeyê di 28ê Tîrmehê de şewitî bûn û agir di roja 9an de hê jî nehatiye vemirandin. Agir gihîştiye gelek taxan. Xebatên vemirandinê bi tevlêbûna welatiyan dewam dikin. Şewatê bandora xwe li Ahmetler, Beydigin, Kizilagaç û Sirtkoyê dewam dike.
Ekîbên agirkujiyê bi şev xebatên xwe dewam kirine. Di saetên sibehê de balafir û helîkopter jî beşdarî van xebatan bûne.
Aydin
- Agirê ku li Karacasûyê derketibû gihîştiya Çiyayê Karincaliyê. Bandor li 150 hektarê kiriye. 16 mal hatine valakirin.
Denîzlî, Isparta, Hatay
- Piştî agirê li Taxa Turlubeyê ya navçeya Bûldanê ya Denizliyê, niha jî agir li Taxa Pinarlikê ya navçeya Tavasê bi daristanê ketiye.
- Agirê ku li Newala Yaziliyê ya navçeya Sutçulera Ispartayê bi daristanê ketiye, hatiye kontrolkirin. Ziyan li 15 malan bûye.
- Agirê ku li navçeya Dortyolê ya Hatayê derketiye hatiye kontrolkirin.
Mûgla
- Ji ber ku li navçeya Koyceyîzê agir belav bûye taxeke din hatiye valakirin. Li Taxa Aglayê xebatên kontrolkirina agirî ji asman û bejahiyê dewam dikin. Ji ber bayî û bi bejahiyê rê nîne, xebatên li vê herêmê bi zehmetî tên kirin. Duh bi şev beşeke taxên Çayhîsar, Zeytinalani û Taşdibiyê ji bo tedbîrê hatibûn valakirin. Paşê Taxa Sazakê jî hatiye valakirin.
- Agirê ku li daristana Taxa Menteşeê ya navçeya Kavaklidereyê destpê kiribû, gihîştiye navenda navçeyê. Maseya Krîzê ya navçeyê ku bi serpereştiya Qaymeqamtiya Menteşeyê hatiye sazkirin, biryar daye ku niştecihên taxa Kozagaç û Şenyaylayê bar bikin. Ji bo agirê li daristanan negihêje navçeyan wê darên li dora taxên Kozagaç, Îkîzce û Salihpaşalarî bên birîn.
Rewşa dawî ya li santrala termîk
- Xebatên vemirandina agirê ku li Mîlasê, navçeya Mûglayê derketiye dewam dikin. Agirê ku gihîştiye Santrala Termîk a Kemerkoyê vê sibê hatiye vemirandin. Agirê ku 6 roj in li Mîlasê dewam dike, duh bi şev gihîştiye santralê. Piştî bi 11 saetan ev agir hatiye vemirandin. Ketina nav navçeya Orenê hatiye qedexekirin.
*Çavkanî: AA, Midûriyeta Giştî ya Daristanan
(SO/AÖ/FD)