Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Maliyê ku welatê Afrîkaya Rojavaye duh cîhadîstan êrişî keştiyek rêwîyan û baregeheka leşkerî ku li çemê Nîjerêye kiriye û di encamê de herî kêm 64 kes mirine. Ji wan 49 sivîl û 15 jî leşker in.
Li gorî nûçeya France24ê, hukumetê daxuyanî daye û gotiye du êrîşên cuda li keştiya Timbuktu ya li ser çemê Nîjer û mewziya artêşê ya li Bamba ya li bakurê herêma Gaoyê hatiye kirin.
Bi sê roketên cûda êrişî keştiyê kirine. Di xebatên rizgarkirinê de bi dehan kes ji keştiyê bi saxî hatine rizgarkirin.
Rêxistina Nusra al-Islam û Muslim (JNIM), şaxa Sahel a El-Qaîdeya li Mexrîbê (AQIM) êriş girtiye ser xwe.. Rêxistinê meha borî ragihandibû ku wan xaçerêya dîrokî ya bajarê Timbuktuya li bakurê Malîyê ye dorpêç kiriye.
(NT/AY)