Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Lubnanê gule li kesên ku lêpirsîna têkildarî teqîna Beyrûdê protesto kirine, hatiye reşandin. Ajansa Anadolûyê ragihandiye ku di bûyerê de herî kêm 6 kes mirine û 20 kes jî brîndar bûne. Her weha hatiye diyar kirin ku li bajêr denge 2 teqînan hatiye bihîstin.
Bixwîne-Li Beyrûtê teqîn: Herî kêm 100 kes mirine
Artêşê ragihandiye ku ew ê gule bera kesên biçek bidin
Geçen yıl 200'den fazla kişinin hayatını kaybettiği ve 6 binden fazla kişinin de yaralandığı Beyrut Limanı'ndaki patlaması soruşturmasına bakan Yargıcı protesto eden halkı protesto edenlerin üzerine ateş açılması sonucu en az 2 kişi hayatını kaybetti, 7 kişi yaralandı. pic.twitter.com/7bBNMZusO4
— ETHA (@etkinhaberetha) October 14, 2021
Li gorî Ajansa Anadolûyê ragihandiye ku piştgirên Tevgera Emel û Hîzbûllahê bi daxwaza kesekî din li şûna Tariq El-Bitar, dadgerê doza teqîna Bendera Beyrûdê were wezîfedarkirin ji bo berbi pêş Qesra Edaletê ya Beyrûdê bimeşin kombûne.
Li gorî îddiayê li ser hin avahiyan gule li xwepêşandêrên ku berbi Qesra Edaletê ya Beyrûtê dest bi meşe kirine, reşandine.
Artêşa Lubnanê ji sivîlan xwestiye ku li kolanên li herêma şer in derbikevin û ragihandiye ku ew ê li kolanan kesên biçek bibinin dê guleyan li wan bireşînin.
Çi bûbû?
Nasrallah, Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê di axavtina ya televîzyonê de ku di roja Duşema 11ê Çiriya Pêşiyê de axivîbû, gotibû, “Armancên siyasî yên dadwerê ku doza teqîna Bendera Beyrûtê lêdikole hene.” Nasrallah bi vê îddiayê Bîtar kiribû hedef.
Piştî axaftina Nasrallah, Desteya Wezîran duh li Qesra Serokomariya Baabdayê ya li Beyrûdê kom bûbûn. Desteyê civîna têkildarî ji karxistina dadwer Bîtarî ya ku Tevgera Emel ya Şiî û Hîzbûllahê daxwaz kiribû, taloqî 13ê Çiriya Pêşiyê kiribû.
Di civîna desteya wezîran de wezîrên şiî israr kirine ku dadwer Bîtarî ji wezîfeyê were girtin û gotiye, “Heke li şûna Bîtarî dadwerekî din neyê wezîfedarkirin dê encamên wê li kolanan were dîtin.”
Bertekên partiyên xrîstiyanî
Ji Partiya Hêzên Lubnanê ya Xiristiyan Semîr Cacayî bi daxuyaniyeke nivîskî gotiye, “Divê Serokomar Avn û Serokwezîr Mîkatî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û serî li ber çavtirsandina Hîzbûllahê netewînin.”
Di daxuyaniya nivîskî ya Partiya Ketaîb ya Xrîstiyan de jî wiha hatiye gotin:
“Bûyerên ku li Desteya Wezîran rû dane, dide ravekirin ku ev hikumet neserbixwe ye, ev derewa wan raxistine pêş çavan. Ev bûyer bêguman piştrast dike ku Hîzbûllahê dest daniye ser hemû saziyan û feraseta dewletê kêm kiriye.”
Derbarê Teqîna li Bendera Beyrûdê de
Di 4ê Tebaxa 2020an de li Bendera Beyrûdê berê agir bi depoyeke ku teqemenî tê de bûye ketibû û piştre teqîneke gelekî bihêz ku tevahiya bajêr hejandiye, pêkhatibû.
Di encama teqînê de zêdetirî 200 kesan miribûn, zêdetirî 6 hezar kes birîndar bûbûn û 300 hezar kesan jî li herêma bûyerê koç kiribûn.(EMK/AY)