* Fotograf: metro.co.uk
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Londonê paytexta Îngiltereyê di metroyekê de teqîn pêk hat. Li gorî aşkerekirina polîsan di encama bûyerê de herî kêm 18 birîndar hene.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îngîltereyê de cî girtin, şahidên bûyerê ragihandine ku li stasyona Parsons Greenê ya li Rojavayê Londonê saet derdora 08.15yê di vagoneke metroyê de teqînek pêk hatiye. Di heman nûçeyan de hatiye diyarkirin ku agir bi sitileke plastîk a di nava torbeyekî de ketiye û xaz jê belav bûye.
Di daxuyaniya polîsan de hat gotin ku, ji bo sedema teqînê zûye ku daxuyaniyê bidin û ew lêkolîna bûyerê dikin. Her wiha teqîn weke “bûyereke terorê dinirxînin”.
Serokwezîra Îngiltereyê Theresa Mayê jî got, “Hestan min weke hestên wan kesan e ku birîndarên Parsons Greenê û wezîfedarên ku bi wêrekî mudaxele li bûyera terorê kirine”.
nûçegihane Metro.co.ukê aşkere kir ku dest û rûyê rêwiyan şewitî ye.
Rojane 5 milyon rêwî metroya Londonê bikar tînin. Di 2005ê de li metroya Londonê êrîşa xwekujiyê pêk hat û di encama êrîşê de 52 kes mirin.
Di êrîşên sala 2017yê de li Londonê 36 kes mirin. (ÇT/FD)
* Ev nûçe ji malperên nûçeyan ên Politicalite, BBC, Reuters, Mirror û Metroyê hatiye berhevkirin.