Hukumeta Îngiltereyê Palestine Actionê (Çalakiya Filistinê) weke “rêxistina terorê” ragihandibû. Li paytexta Londonê, ji bo piştevaniya Palestine Actionê xwepêşandanek hat li dar xistin. Di xwepêşandanê de 325 kes hatin desteserkirin.
Bi sedan kes beşdarî xwepêşandanê bûn ku di roja Şemiya 31ê Cotmehê de li ber Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) hate lidarxistin.
Polîsê Metropolîtan ê Londonê, di daxuyaniya xwe ya îro (1ê Mijdarê) de ragihand ku ji 325 kesên hatine desteserkirin jê 320 kes di çarçoveya Qanûna Terorîzmê de bi tohmeta “piştgirî dane rêxistineke qedexekirî” hatine desteserkirin.
Xwepêşandêran pankartên ku balê dikişînin ser bûyerên li Filistinê û piştevaniya wan a ji bo Palestine Actionê nîşan didin hildan.
Polîsan di dema çalakiyê de gelek xwepêşandêr desteser kirin û bi wesayîtan birin navendên emniyetê.
ARRESTS ONGOING Ten hours after around 400 peaceful signholders gathered together outside the US embassy, The Met are still making arrests. We do not comply https://t.co/YzPT45B1DC
— Defend Our Juries (@DefendOurJuries) October 31, 2026
Ji biryara qedexeyê û vir ve zêdetirî 4 hezar kes hatin desteserkirin
Li gorî nûçeya BBCyê, ji roja Palestine Action hatiye qedexekirin wate ji Tîrmeha 2025an vir ve, ji ber çalakiyên piştevaniya ji bo rêxistinê zêdetirî 4 hezar kes hatine desteserkirin.
Li gorî daneyên ku Wezareta Karên Navxweyî ya Îngiltereyê bi BBCyê re parve kirine, di heyama salekê de ku di Hezîrana 2026an de bi dawî bûye de 3 hezar û 630 kes hatine desteserkirin.
Gava ku 134 kesên berê li ber Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Westminsterê hatine deseteserkirin û 325 kesên di xwepêşandana dawî de li vê hejmarê bên zêdekirin, hejmara giştî digehêje 4 hezar û 89 kesî.
Saziya Defend Our Juries ku protestoyan rêk dixe, dibêje ku ji biryara qedexeyê û vir ve hejmara kesên hatine desteserkirin gihîştiye 4 hezar û 200î.
“Kesên beşdarî çalakiyê bibib dê bên desteserkirin”
Polîsê Metropolîtan ê Londonê, beriya çalakiyê di 30ê Cotmehê de di daxuyaniyekê de ragihandibû ku kesên beşdarî xwepêşandanan bibin dê bên desteserkirin. Polîsê Metropolîtan her wiha bi bîr xist ku hikûmeta Îngiltereyê di Hezîrana 2025an de biryara qedexekirina Palestine Actionê daye û biryara qedexeyê di 5ê Tîrmeha 2025’an de ketiye meriyetê.
Parêzerê teqawidbûyî Charles Allison ê 75 salî ku ji BBCyê re axiviye û gotiye ku ew ji bo beşdarbûna xwepêşandanê ji Cumbriayê hataye Londonê.
Allison diyar kir ku ew nîgeran e ku azadiyên sivîl ên li welat her ku biçe lawaztir bibe.
Allison anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku biryara qedexeyê nehiqûqî ye û hêvî kir ku Dadgeha Bilind biryareke ku azadiya derbirînê û protestoyê biparêze bide.
Rêxistina Efûyê bertek nîşanî desteserkirinan da
Şaxa Îngiltereyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, rexne li desteserkirinên di xwepêşandanê de girtin û banga rakirina biryara qedexeyê ya li ser Palestine Actionê li hikûmetê kir.
BREAKING: Peaceful protestors are being arrested AGAIN. The arrests of grandparents, teenagers and everyone in between for peacefully holding signs are a truly SHAMEFUL attack on our freedom of speech. Peaceful protests are one of the best ways we have to make the government listen to us. The Foreign Secretary has said that the government never meant to treat elderly people, vicars and grandmothers as criminals. Even the Home Secretary has said that some of these arrests make her uncomfortable. IF YOU’RE OUTRAGED, MAKE YOUR VOICE HEARD – add your name to the petition: https://t.co/sfOBIkAQe4
— Amnesty UK (@AmnestyUK) October 31, 2026
Defend Our Juries ku protestoyan organîze dike jî destnîşan kir ku desteserkirin midaxeleya li ser azadiya derbirînê ye.
Rêxistinê got ku desteserkirina kesên beşdarî çalakiyên aştiyane bûne tenê ji ber hilgirtina pankartan e û ev jî bi maf û azadiyên bingehîn re nagunce.
Wezareta Karên Navxweyî ya Îngiltereyê jî dibêje ku bingeha hiqûqî ya qedexeya li ser Palestine Actionê hene. Wezaretê diyar kir ku protestoyên qanûnî yên ji bo piştevaniya gelê Filistinê di çarçoveya qedexeyê de nînin, lê daxuyaniyên piştevaniyê yên ji bo rêxistina qedexekirî dikarin li gorî Qanûna Terorîzmê bibe sûc.
Biryara qedexeyê dê li Dadgeha Bilind bê gotûbêjkirin
Dadgeha Bilind a Îngiltereyê, li ser serlêdana yek ji damezrînerên rêxistinê dê di 4ê Mijdarê de dest bi nirxandina biryara qedexeyê bike.
Di çarçoveya darizandinê de dê bê nirxandin ka qedexekirina rêxistinê di çarçoveya qanûna terorê de destwerdaneke nehevseng li ser azadiya derbirînê û protestoyê pêk tîne an na. Wezareta Karên Navxweyî jî ragihand ku ew dê biryara qedexeyê li dadgehê biparêze.
Çi bûbû?
Palestine Action di sala 2020an de li Îngiltereyê hate avakirin. Koma navborî li dijî şîrketên ku têkiliya wan bi artêşa Îsraîlê re hene çalakiyan rêk dixe.
Endamên rêxistinê di serî de li tesîsên hilberîna çekan ên Îsraîlî Elbit Systems ên li Îngiltereyê, li gelek saziyên leşkerî û pîşesaziyê protesto pêk anîn.
Hikûmeta Îngiltereyê di Hezîrana 2025an de biryara qedexekirina Palestine Actionê da. Qedexe di 5ê Tîrmeha 2025an de ketiye meriyetê.
Di 31ê Cotmehê de li ber Balyozxaneya DYAyê ya li Londonê bi desteserkirina 325 kesî re, gengeşiyên azadiya derbirînê ên têkildarî biryara qedexeyê careke din bû rojev.
(FY/AY)
