Ji bo nûçeya Tirkî
Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DIHA) ragihandibû ku li gundikê Mehlê ya girêdayê Liceyê ya Amedê Erdal Kocakaya û M.Kyî ku ji bo şewata derketî vemirînin dema derketine derve hatine kuştin.
DIHAyê nûçeya xwe îro sererast kir û ragihand ku Erdal Kocakayayê ku duh digotin hatiye kuştin nemiriye, yê ku hatiye kuştin jî birayê wî Mehmet Şirin Kocakaya ye. Di nûçeyê de hat gotin ku 3 cenaze rakirine morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê. Ji wan 3 kesên kuştî yek Mehmet Şirin Kocakaya ye, lê derbarê nasnameya kesên din de ti agahî bi dest neket.
Gundiyan ragihandin ku şewata ku li daristana wê herêmê dest pê kiriye, ew maye ku bigihêje gund û bang kirin ku kesên li wir werin tehliyekirin.
Asiye Soguta ku li gundê Dêrxûstê ligel malbara xwe di jêrzemîna mala xwe de asê mane wiha got:
‘Gund ji hela balafirên şer ve tê bombekirin. Em çar kes in û me xwe spartiye jêrzemînê. Em nikarin derkevin derve. Ji her aliyê dengê çek teqînan tên. Li gund kî heye nîn e em pê nizanin. Niha ez, tiye min Ali Sogut, jintiya min Adile Sogut û zarokê 10 salî A.S heye. Tiyê min 70 salî ye û nexweş e. Agir bi her aliye gund ve girtiye. Bi lezgînî me ji vir derxînin.’
Rojnameger Sertaç Kayarî jî di Twitterê de got: ‘Çadira ku gundî tê de bûn bi eşyayên din av de hatin şewitandin’ û vê wêneya hanê par ve kir:
Li Amedê li 25 gundên girêdayê 5 navçeyan ji 21ê Hezîranê vir ve derketina derve hatiye qedexekirin.
2 roj piştî wê biryara qedexeyê ji hêla walîtiyê ve li 39 gundên din jî derketina derve hat qedexrekirin û li 25 herêmên navenda Liceyê jî weke herêma taybet hatin îlankirin û çûn-hatina wan deran hatin qedexekirin.
(AS/YO)