Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê ragihandiye, biryara qedexeya ku li ser 4 gund û 7 gundikên Licêya Amedê hatibû ragihandin bi dawî hatiye.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Walîtiya Amedê hatiye belavkirin, qedexeya ku di saet 06:00ê sibeya roja duşema 26ê Çiriya Paşiyê de destpêkiribû di 28ê Çiriya Paşiyê de hatiye rakirin.
Gund û gundikên ku biryara qedexeyê li ser bûne wiha ne:
Gundê Bayirli, Baharlar, Yaprakkoy û Yunluce û gundikê Konuklu, Yeşilburç, Mehmedli, Saxlik, Gonen, Hamzabey û Kumumîrza.
Biryara qedexeyê ya 193yê bi dawî hatiye
Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) aşkere kiriye ku ji 16ê Tebaxa 2015ê heta 1ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê bi giştî li 11 bajaran û herî kêm li 50 navçeyan kêmanî 332 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye standin. 16ê Tebaxa 2015ê weke dîroka destpêka biryarên qedexeyê ya bêdem e.
Beriya ku biryarên qedexeyê bên standin, li gorî hejmara 2014ê li deverên ku qedexe lê hatine ragihandin, herî kêm milyon û 809 hezar kes dijiyan.
Biryara îro ku bi dawî bûye, ya 193ê bûye. (AS/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.