Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kiriye ku ji ber sedema operasyona leşkerî li 21 gund û gundikên Licêyê derketina derve, ji saet 06.00ê vê sibehê û pê de derketina derve hatiye qedexekirin.
Daxuyanî li ser malpera fermî ya Walîtiyê hatiye aşkerekirin û derbarê dema bidawîhatina qedexeyê de ti teştek nehatiye aşkerekirin.
Biryara qedexeyê il gorî Qanûna Rêveberina Bajaran a Hejmar 5442yê hatiye standin. Navê bi tirkî ên gundên ku derketina derve lê hatiye qedexekirin ev in:
Arıklı, Güçlü, Uçarı, Ziyaret, Serince, Kayacık, Ortaç, Yalaza, Çavundur, Dolunay, Bağlan, Kabakaya, Çağdaş, Dibekköy, Yolçatı, Tepe, Budak, Sığınak, Kıyıköy, Dallıca û Damar köyleri û gundikên bi ser wan ve girêdayî.
Qedexeya derketina derve
Li gorî daxuyaniya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) a di 3yê Kanûna Paşiyê ya 2019ê de hatiye kirin, biryara qedexeya derketina derve herî zêde ji bo Amedê hatiye standin ku bi vî awayî cara pêşiyê tê pêkanîn.
Ji 16ê meha Tebax a 2015ê heta 1ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê li Amedê herî kêm 204 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye derxistin. (AS/FD)