Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Bi hinceta ku wê operasyon çêbibe, li 69 gund û gundikên navçeyên Lice û Qulpê yên Amedê derketina derve hatiye qedexekirin.
Biryar ji bo 10 gund û 39 gundikên Licê û 7 gund û 13 gundikên Qulpê derbas dibe.
Walîtiya Amedê biryar li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye ku biryara qedexeyê duh bi şev dest pê kiriye. Gund û gundikên ku biryara qedexeyê ji bo wan hatiye standin ev in:
Gundên Yalımlı, Akçabudak, Ulucak, Kılıçlı, Yorulmaz, Güldiken, Baharlar, Üçdamlar, Yaprakköy, Yünlüce û gundikên Keşkuvari, Çiftlik, Leyhosor, Mahmutlu, Tahtakülek, Ballıca, Mahmudan, Yeniyazı, Hij, Gözeli, Dergan, Alıçlıyayla, Buban, Kaynaktaşı, Dokuzkat, Aliyan, Abdurrahmanağa, Aşağıhodik, Konuklu, Perpank, Yeşilburç, Kilimli, Gelberi, Bilgin, Hegogözer, Koçmarin, Mehmedil, Sağlık, Gönen, Hamzabey, Sıkas, Guçik, Eskiköy, Semezi, Yaka, Karaç, Kayadibi, Baverda û Kumumirza yên navçeya Licê.
Gundên Ağıllı, Akdoruk, Ağaçlı, Aşağıelmalı, Çağlayan, Kaynakköy, Karpuzlu û gundikên Ağıllı, Derecik, Harabe, Güldiken, Dirlik, Kefan, Yukarıelmalı, Deveboynu, Astal, Işıklar, Gümüşsuyu, Soğanlı û Çotuk ên navçeya Qulpê. (AS/FD)